Pûtîn fermana çekên supersonîk da û got: Amerîkayê peyman binpê kir

02 February 2019 15:10 0 dîtin
Pûtîn fermana çekên supersonîk da û got: Amerîkayê peyman binpê kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku Amerîkayê Peymana Hêzên Menzîla Navîn ê Nukleerî (INF) binpê kiriye.

Piştî vekişîna ji peymanê ya Amerîkayê Pûtîn jî ragihand ku Rusya ji INFê vekişîyaye.

Pûtîn piştî biryara Amerîkayê got ku divê çekên Amerîkayê bên kontrolkirin û destnîşan kir, Wezareta Berevaniya Rûsyayê biryar daye ku moşekên menzila navîn ên supersonîk çêbikin.

Pûtîn herwiha ragihand ku wî ferman daye wezareta berevaniyê ku bi Amerîkayê re hevdîtinên bêçekbûnê pêk bîne.