Pûtîn hejmara leskerên li Ukraynayê ser dikin eskere kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn, hejmara leşkerên ku niha li Ukraynayê şer dikin eşkere kir.
Pûtîn ragihand ku nêzê 700 hezar leşkerên wan li Ukraynayê di şer de cî girtine.
Pûtîn di merasîma xelatkirina leşkeran de ragihand, li herêma ku operasyona me ya taybet tê birêvebirin de, nêzê 700 hezar leşker hene.
Hêjayî gotinê ye, Pûtîn di meha Kanûna 2023yan de jî gotibû, 617,000 leşkerên rûsî di operasyona Ukraynayê de cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin