Putin ji YE re got: Eger gazê naxwazin, wê gazê bifrose Tirkiyê

05 September 2024 23:57 0 dîtin
Putin ji YE re got: Eger gazê naxwazin, wê gazê bifrose Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di Foruma Aboriyê ya Rojhilat de li ser gelek mijaran axifî û got ku elaqa Yekîtiya Ewrûpayê ji gaza Rûsya re kêm bûye û plan dike ku gaza dide Tirkiyê zêde bike.

Putin, li ser Ûkraynayê got ku ew amade ne li ser bingeha muzakereyên bi Ûkrayna re yên li Îstenbolê hatibûn kirin, dagerin ser wan. Li ser hilbijartina serokê DYAyê jî Putin got ku destekê dide Kamala Harrisê.

Li ser gaza ku Rûsya difroşe YEyê, Putin got ku ew dixwaze gazê bide YEyê lê piştî 31.12.2024an, dirêjkirina peymanê ne di destê Rûsya de ye lê wê nikaribin zorê bidin Ûkraynayê da peymanê dirêj bike.

Putin got ku dibînin taleba ji gaza Rûsya re kêm dibe û di vê rewşê de divê Rûsya gazê bide herêmên din lê ne di rêyên di ser xeta Ûkrayna de diçin. Eger Tirkiye bixwaze, dikare di mijara gazê de rolekî stratejîk bileyîze.

Li ser mijara muzakereyên bi Ûkrayna re Putin di forumê de got ku Rûsya dixwaze car din li ser masa muzakerê rûnê û bingeh li ser peymana Îstenbolê û belgeyên wê be. Peymana Îstenbolê (2022) bi xalên xwe ve ji raya giştî re bi temamî nehatibû aşkerakirin.