Putin kabîneya xwe ya nû ragihand: Soygû hate ser Konseya Ewlehiyê

12 May 2024 23:54 0 dîtin
Putin kabîneya xwe ya nû ragihand: Soygû hate ser Konseya Ewlehiyê

PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, weke di peşbîniyan de dihate gotin, di kabîneya xwe de revîzyoneke berfireh kir û postê Sekreteriya Konseya Ewlekariyê ji Patrushev wergirt û radestî Wezîrê Parastinê yê berê Şoygu kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyarên xwe yên ji bo kabîneya nû pêşkêş kir. Serokê Rûsyayê Sergey Şoygu ku bi salan bi wî re dixebitî, ji Wezareta Parastinê wek Sekreterê Konseya Ewlekariya Rûsyayê tayîn kir.

Xebatên avakirina hikumeta nû ya Rûsyayê didomin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro ji bo wezîran pêşniyarên tayînkirinê kir.

Li gorî vê yekê Putin Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Nikolay Patrushev ji kar wergirt û li şûna wî Sergey Şoygu tayîn kir.

Putin, Alîkarê Serokwezîr ê berê Andrey Belousov jî, ji bo şûna Şoygu bigire ji Wezareta Parastinê re pêşniyar kir.

Her wiha di kabîneya ku Putin pêşniyar kiriye de Wezîrê Parastinê bûye Andrey Belousov û Wezîrê Hundirîn jî bûye Vladimir Kolokoltsev.