Pûtîn û Ehmed Sera axivîn: Erênî, pisporane û watedar bû!

12 February 2025 18:58 0 dîtin
Pûtîn û Ehmed Sera axivîn: Erênî, pisporane û watedar bû!

PeyamaKurd – Koşka Seroktiya Rûsya Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê serdema veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera bi rêya telefonê axivî ne û pêwendiyên di navbera her du welatan nirxandine.

Di daxuyaniya Kremlînê de hatiye gotin, Putin ji Ehmed Şera re ji bo çareserkirina erkên ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê pê re rû bi rû ye serkeftin xwestiye û wan bi berfirehî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kirine.

Kremlînê daye zanîn ku Rûsya piştgiriya yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê dike û dibêje; “Di vê çarçoveyê de girîngiya bicihanîna hin tedbîran ji bo asayîbûneke domdar û xurtkirina diyaloga navxwe ya bi beşdariya hêzên siyasî yên sereke û beşên etnîkî û olî yên xelkê hat nirxandin.

Putin diyar kir ku Rûsya dixwaze alîkariya başkirina rewşa civakî û aborî ya Sûriyeyê bike ku alîkariyên mirovî jî di nav de ne.”

Herwiha hatiye gotin, “Biryar hate dayîn ku ev pêwendiyên bi sûd dê ji bo nirxandina rojeva berfireh a bipêşvebirina hevkariya dualî berdewam bikin. Hevdîtina telefonî ya di navbera her du serkirdeyan de erênî, pisporane û bi wate bû.”