Pyongyang: Serê Rûsya yê li dijî Ûkrayna 'Parastina rewa ye'
PeyamaKurd - Koreya Bakur bi daxuyaniyekê fermî, ji ber piştgiriya leşkerî dide Ûkraynayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi tundî rexne kir û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên Rûsyayê yên li Ûkraynayê yên “xweparastinê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin wê pêwendiyên leşkerî yên Moskow û Pyongyangê zêde bibin.
Di daxuyaniya ku li ser navê Alîkarê Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partîya Karkerên Koreya Bakur Pak Jong-chun ve hate dayîn de di derbarê mijarê de wiha hate gotin:
“Ger serdestên DYAyê bi mebesta li dijî Rûsyayê şerekî wekaletê bidin meşandin, bi awayekî bêperwa makîneyên xwe yên şer derbazî Ûkraynayê bikin, ev yek teqez wê bibe sedema bersivek bihêztir a Rûsyayê.”
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA) hate belavkirin de Pak got: “Li hember gefên hêzên dijmin ên ku egera hêrişên stratejîk pêk bînin, ji bo parastina ewlehiya xwe, mafê Rûsyayê heye ku xweparastina rewa bike. Ji ber ku ji bo parastina mafê serweriya xwe, aramiya stratejîk û yekpareyiya axa xwe diparêzin, em ê her bi artêş û gelê Rûsyayê re mil bi mil bin.
“DYA destûr dide ku neo-naziyan”
Pak bi taybetî rexne li berferehkirina peymana bi Ûkraynayê ya DYA ya ji bo hêrişî Rûsyayê bikin kir û got: "Vê carê DYA ew qas pêşde çû ku destûr da neo-naziyên Ûkraynayê ku bi kêfa xwe Hêrişî her deverên axa Rûsyayê bikin.”
Di hevdîtina xwe ya hefteya çûyî ya li Pyongyangê ya li gel Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin de Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un piştgiriya xwe ya tam a ji bo Rûsyayê ku li Ûkraynayê şer dimeşîne ragihand û soz da ku ew ê bi Moskowê re hevkariya xwe ya stratejîk xurt bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin