Qamislo | Hêzên rejîma Sûriyê gule bi ser xaleke Asayîsa Rojava de resandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Sibatê êvarî, çekdarên "Hêzên Dîfaa El-Wetanî" yên girêdayî rejîma Sûriyê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîş birdin ser bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê.
Li gorî zanyariyan hêzên rejîmê yên bi navê Dîfaa El-Wetanî gule bi ser benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê ya nêzî çerxerêya Wehda ya bajarê Qamişlo reşandin.
Hat zanîn ku hêzên Asayîşê li nav bajar belav bûne, lê hîn bersiva gulebarana hêzên rejêmê nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin