Qesra Spî: Trump li ser 'Filîstîniyan' bi biryar e
PeyamaKurd – Qesra Spî ya ku diyar kiribû Serokê Amerîkayê Donald Trump şandina Filistîniyan ji Xezzeyê bo Misir û Urdunê wek "niştecihkirina demkî" bi nav dike û soz neda ku wê Filistînî paşê vegerin malên xwe.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt têkildarî rojeva Xezzeyê daxuyanî da.
Leavitt şîroveyên Trump ên derbarê planên dagirkirina Xezzeyê û koçberkirina Filistîniyan eşkere kir.
Berdevk tekez kir ku îhtîmala niştecihkirina "demkî" ya Filistîniyan li deverên din ji bilî Xezzeyê heye, lê bersiv neda pirsên derbarê Filistîniyên ku vegerin malên xwe piştî ku Xezze ji nû ve ava bibe.
Leavitt got, "Ez dikarim piştrast bikim ku Serok pabend e ji nû ve avakirina Xezzeyê û veguhestina demkî ya kesên ku li wir in."
Bersiva pirsên domdar ên derbarê gelo Filistînî wê bi awayekî demkî an daîmî li deverên mîna Misir û Urdunê werin bicihkirin, Leavitt got ku bicîhkirina demkî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin