Qeymeqamê Kerkûkê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku qeymeqamê Kerkûkê Felaha Xelîl, bi tohmetên gendeliyê û bicihneanîna erkên xwe ji aliyê polîsên Kerkûkê ve hatiye desteserkirin.
Çavkanîyeke polîsên Kerkûkê ji K24ê re ragihandiye, li taxa Tisiîn a Kerkûkê piştî 16yê Oktoberê, hejmareke xanîyan li ser zevîya Werziş û Xortan hatîye duristkirin, piştî haydarkirina Qaymeqamê Kerkûkê bi nehêlana zêderûyan, lê qeymeqam ev erk bicih ne anî û ji ber wê jî bi fermana dadweriyê hatîye desteserkirin.
Serokê komîteya destpakîyê di Civata Parêzgeha Kerkûkê de, Necat Husên, nûçeya desteserkirina qymeqamê Kerkûkê piştrast kir, lê red kir ku ti peywendî bi gendelîyê ve hebe wek ku di torên civakî de hatîye behskirin.
Hûsên gotiye, ew dê demên pêş zanyarîyan li ser desteserkirina Qaymeqamê Kerkûkê eşkere bikin.
Posta Qaymeqamê Kerkûkê, pişka Kurdan e û niha ji alîyê turkmanekî ve tê birêvebirin, wek posta parêzgarî û zêdetir ji 50 postên din ku piştî 16yê Cotmehê ji Kurdan hatine wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin