Qezaya wesayîta zirxî li Amedê: 'Ne qeza ye, 7 polîs hatine kustin'
PeyamaKurd - Baskê PKKê yê leşkerî HPGê li ser qezaya wesayîta zirxî ku doh hatibû ragihandin qeza kiriye û wergeriyaye û 4 polîsên hêzên taybet jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da.
Di daxuyaniya HPGê de wiha hat gotin: “Di 24ê Tebaxê saet di 05.00an de hêzên me li dijî qereqola Tepê Tîm a Pîrana Amedê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me li panzêra zirxî, kulubeyên nobetê û kozikan dane û wesayîta zirxî ya panzêr îmha bûye. Di vê wesayîtê de 7 polîsên tevgera taybet hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa tirk bi qasî saetekê qad bomberdûman kiriye û piştre wesayîta îmhabûyî û miriyên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaya baregehên xwe.”
HPGê herwiha diyar kir, “Artêşa tirk piştî vê derba giran, bi rêya medyaya şerê taybet derewa ‘wesayîta zirxî qeza kiriye’ û xwestiye rastiyê berevajî bike. Artêşa tirk manîpulasyonan dike lê van manîpulasyonên wan ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine pûçkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin