Qralîça Brîtanyayê Elizabeth II koça dawî kir
PeyamaKurd – Qralîça Îngîltere Elizabeth II bi sedema pirsgirêkên tenduristiyê wê xistibûn bin kontrola doktor lê di 96 saliya xwe jiyana xwe ji dest da. Wefata Elizabeth II bi awayekî fermî ji Koşka Buckinghamê hat ragihandin. Di ragihandinê de weha hat gotin:
“Qralîçe îro piştî nîvro li Balmoralê di nav hûzûrê de jiyana xwe ji dest da. Wê cenazê wê sibê bibin Londrayê (London).
Li ser xerabûna rewşa tenduristiya qralîçe Elizabeth II malabata wê; kurê wê Prens Charles, hevjîna wî Camilla û neviyê wê Prens William çûbûn Balmoralê. Roja berê Qralîçe wezîfa serokwezîrtiyê dabû Liz Truss û hukumeta wê da rêvebiriya Brîtanyayê vala nemîne. Cara yekem bû ku Qralîçe li Kela Balmorala Îskoçyayê yeka weka Liz Truss ê qebûl kiribû. Temamê serokwezîrên din li Londrayê qebûl kiribû.
Elizabeth II ya Îngîltere, di 70 salên ku qralîçe bû 15 serokwezîran dît.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin