Rêveberiya Rojava 4 kes ji malbatên DAISê radestî sanda Avusturyayê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke fermî ya welatê Avusturyayê serdana Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ve hate pêşwazîkirin.
Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê, piştî civînê 2 zarok û 2 jinên malbatên DAIŞê yên welatiyên Avusturyayê radestî şandê hatin kirin.
Hate diyarkirin şanda hikumeta Avusturyayê ji cîgirê serokê Beşa Karûbarên Ewlehî ya Wezareta Karên Derve yê Avusturya Gunther Reisner û şêwirmendê Beşa Karûbarên Ewlehiyê yê Wezareta Karên Derve Gunther Reisner Andreas Adoler pêk dihat.
Şande ji hêla cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û nûnera YPJê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Gunther Reisne, got wê dewletên Ewropa hewl bidin alîkariyê pêşkêşî hêzên aştîxwaz ên li vê herêmê bikin û spasiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk kir.
Di dawiyê de, daîreyê 2 zarok û 2 jin ji malbatên çekdarên DAIŞê, li gorî belgeyeke fermî ya di navbera her du aliyan de, radestî şandê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin