Rêveberiya Xweser: Bila hêzeke navdewletî li bendava Tisrînê bi cih bibe

20 January 2025 16:11 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Bila hêzeke navdewletî li bendava Tisrînê bi cih bibe

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bang li gelê Sûriyê û civaka navdewletî kir û got, “Divê êrîşên Tirkiyê bên rawestandin û hêzeke navdewletî li bendava Tişrînê bi cih bibe.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ya bi ser Tirkiyeyê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand û daxwaza şandina hêzeke navneteweyî ber bi bendava Tişrînê ve kir. 

Banga Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê a di vê barê de weha ye:

“Daxwaza me ji gelê Sûriyê û hêzên navneteweyî ev e: Divê hêzeke navneteweyî li ser bendavê were bicihkirin. Em careke din bang li hêzên navneteweyî, mirovahî û ekolojîk, rêxistin, tevger û kesayetan dikin ku dengê me bidin bihîstin û van êrîşan rawestînin.”