Rêvebiriya Xweser: “Em amade ne koçberên li Lubnanê qebûl bikin”

25 September 2024 00:03 0 dîtin
Rêvebiriya Xweser: “Em amade ne koçberên li Lubnanê qebûl bikin”

PeyamaKurd – Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li ser koçkirina koçberên li Lubnanê yên ji şerê navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê direvin got ku ew amade ne alîkariya koçberan bikin û dagera wan hêsan bikin. Rêvebiriya Xweser li ser mijarê daxwuyaniya nivîskî da û got:

“Koçberên ji ber şerê Sûriyê reviyane Lubnanê, ji bo dagera wan hêsan bikin em amade ne. Krîza li Lubnanê qewimî, koçberên ku ji ber krîza Sûriyê reviyane Lubnanê, bêhtir êşa wan zêde kiriye.

Dagera welat mafekî bingehîne, divê temamê terefan ji bo vêya bixebite û weka me li jorê jî got, kesên bixwazin dagerin welatê xwe Sûriyê, divê dagera wan bê hêsankirin.”

Rêvebiriya xweser bang li rêvebiriya Şamê kir ku êşa koçberan bidin ber çav, dagera wan rihettir bikin, wan ji talûkan biparêzin, êşa wan kêm bikin û ji van tiştan herkes berpirse.

Nûnertiya Rêvebiriya Xweser ya li Lubnanê bi armanca ji koçberan re alîkariyê bike, koçberên bixwazin dagerin Sûriyê, ji bo koordinasyona wan komîteyan ava kiribû.

Li Lubnanê 2 milyon multeciyên Sûriyê hene. Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên do de, 16 hemwelatiyên Sûriyê hatine kuştin.