Rêvebiriya Xweser ya Rojava: Tirkiye bendava Tisrinê bombe kir
PeyamaKurd – Rêvebiirya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li ser bendava Tişrinê daxwuyanî da û got:
“Tirkiye êrîşê bendava Tişrinê kir û xebatên bendavê rawestiyan. Em bang dikin koalisyona navdewletî ku mudaxeleyê meselê bikin. Eger di bendava Tişrinê de teqîn bibe, wê herêm bikeve bin avê û bi talûkeyekî mezin re rû bi rû bimîne.”
Li ser mijara bendava Tişrinê, rêvebirê bendavê Ali Demir ji bo Rûdawê ragihandiye:
“Tirkiye êrîşê bir ser baraja an ku bendava Tişrinê. Ji ber êrîşê, elektrîka barajê hat birîn, talûka teqîna barajê heye û dibe ku av di serde biqelibe.”
Bendava Tişrînê 90 km li rojavayê bajarê Helebêye, li ser çemê Firatê ava bûye. Baraj bilindahiya wê 40 metreye û tê de 6 turbîn hene. Kapasîta hilberîna elektrîka wê 630 MW e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin