Ranya | Di êrîseke Tirkiyeyê de rojnamegerekî canê xwe ji dest da

08 February 2025 11:57 0 dîtin
Ranya | Di êrîseke Tirkiyeyê de rojnamegerekî canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rojnamegerê Kurd Azîz Koyluoglû di êrîşeke Tirkiyeyê de ya bi ser navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê de canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku rojnamegerê Kurd, Azîz Koyluoglû, di 27ê Çileya 2024an de di êrîşeke Tirkiyeyê de li navçeya Ranyayê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Derbarê êrîşê de hûrgiliyên zêdetir nehatin belavkirin bê ka rojnamegerê kurd bi balafiran hatiye armanckirin yan bi awayekî din.

Tê gotin ku Azîz Koyluoglû, sala 1976an li Diyarbekirê ji dayik bûye û destpêka salên 2000î dest bi rojnamgeriyê kiribû.