Rapora Amnesty: Hêzên Îranê êrîs û îskenceyên hovane li xwpêsanderan kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) rapora xwe ya salane îro 28ê Adarê eşkere kir û cihekî fireh da zordariya Îranê ya li hember jinan û xwepêşanderan û ragihand, êrîş û îşkenceyên hovane li dijî xwepêşanderan hatine kirin.
Sekretera Giştî ya Lêborîna Navnetewî Agnîs Kalamar, dema pêşkeşkirina raporê li ser binpêkirina mafê mirovan ên li Îranê got: “Jin ji bo dîlankirin, stran xwendin, lixwenekirina çarşekê û ji bo berxwedanîkirinê bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin”.
Berpirsên Amnestyê dane xuyakirin: “Lêborîna Navnetewî navê sedan sehildêr ku bi awayê neyasayî ji aliyê hêzên ewlehîyê ve hatine kuştin, tomar kiriye ku di wê amarê de herî kêm 44 zarok hene”.
Amnestyê destwerdan û helwesta berpirsên Îranê li hemberî xwepêşanderan weke “serkuta hovane û bê rawestan a serhildana xelkê” bi nav kir û destnîşan kir ku zarokên xwepêşander ên ku ji bo lêgerîna “pêşerojeke bê guvaş ji zordestiya siyasî” dengê xwe bilind kirin ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî “êrîşên hemû alî” hatine.
Di raporê de, bi belgeyan daye hate diyarkirin, dezgehên ewlehî û Îtilaatî yên rejîma Îranê îşkenceyên hovane li dijî xwepêşanderan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin