Rapora Banka Dinyayê: Ji bo Tirkiyê avahiyan nûh bike pêdivî bi 465 mîlyar dolarî heye
PeyamaKurd – Banka Dinyayê di derbarê avahiyên Tirkiyê de ji bo bê nuhkirin û zexmkirin, di sala 2021 ê de raporekî amade kiriye û di raporê de hatiye gotin ku piraniya avahiyan berya sala 2000an hatine avakirin û ji bo avahiyên hene, bên nûhkirin û qewîkirin pêdivî bi 465 mîlyar dolarî heye.
Piştî erdheja navenda wê bajarê Maraşê ye, car din rewşa avahiyên heyî ket rojevê û mijara qewîkirina avahiyan bû babeta dinyayê û Tirkiyê. Nûçeya rapora Banka Dinyayê, ji aliyê malpera nûçeyan ya bi navê "Middle East Eye” de kat belavkirin ku navenda wê Londra ye.
Di raporê de hat gotin ku avahiyên ji bo hewandinê tên bikaranîn, heya niha tenê % 4 ê wan hatine nûhkirin. Ji bo xwediyê avahiyan xaniyên xwe nûh bikin ya wê ji berîka xwe pere bidin an xwe bigihînin fonên din yên li Tirkiyê û dinyayê.
Di sala 2021an de ji bo avahiyên xizmeta giştî ji bo li hemberê erdhejê bên qewîkirin, Banka Dinyayê ji bo 140 dibistan, nexweşxane, û avahiyên din yên giştî, 265 milyon dolar fon da. Di salên navbera 2004-2015an de ji bo nûhkirina avahiyên giştî yên Îstenbolê ji koordinasyona Projeyên Îstenbolê re (İSMEP) 550 milyon dolar pere dane.
Piştî erdheja li Maraşê, wê Banka Dinyayê 1.78 milyar dolar pere bide Tirkiyê û di mijarê de soz da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin