Raportorê NY: Rejîma Îranê ji destpêka 2021ê ve 4 ji wan zarok 250 kes îdam kirin

26 October 2021 16:52 0 dîtin
Raportorê NY: Rejîma Îranê ji destpêka 2021ê ve 4 ji wan zarok 250 kes îdam kirin

PeyamaKurd –Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman ragihand ku tenê di sala 2020an de 250 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarve kirin.

Raportorê NY Cawîd Rehman, di daxuyaniyeke rojnamevanî ya li pêşiya Komîteya Mafên Mirovan a Civaka Giştî ya NY de destnîşan kir ku Îran bi rêjeyeke metirsîdar sizayê îdamê disepîne.

Rehman  ragihand ji destpêka sala 2021ê û heta niha 250 kes li Îranê hatine bidarvekirin ku 4 ji wan zarok in û 9 jî jin in.

Cawîd Rehman got, ji bilî bidarvekirinê  rewşa giştî ya mafên mirovan li Îranê xirab e.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty Internatiol jî berî niha ragihandibû li Rojhilata Navîn sala borî Îran di bidarvekirina mirovan de di serê lîsteyê de bû.