Rayedarê Amerîkî: Biryara Trump siyaseta Amerîka ya Sûriyê naguherîne

07 November 2019 21:40 0 dîtin
Rayedarê Amerîkî: Biryara Trump siyaseta Amerîka ya Sûriyê naguherîne

PeyamaKurd – Rayedarekî Amerîkî ragihandiye ku tevî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 6ê Cotmehê biryara vekişîna bi temamî ji Sûriyê daye jî ti guherînek di polîtîkaya Washingtonê ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de çênebûye.

‘Ti guherîneke berçav di siyaseta Amerîka ya Sûriyê de çênebûye’

Li gorî nûçeya rojnameya The Telegraphê rayedarên Amerîkayê dibêjin, ti guherîneke berçav di polîtîkaya Amerîka ya Sûriyê de çênebûye û bi şirîkên Kurd re jî hevpeymanîbûn berdewam dike û ji nû ve hevkariya têkoşîna dijî DAIŞê bi hêzên Kurd re destpê kiriye.

Trump piştî biryara vekişînê biryareke din jî dabû ku hejmarek hêz li Sûriyê ji bo parastina qadên petrolê bimîne  û wekî hincet jî hatibû gotin ku ew naxwazin qadên petrolê bikevin jêr destê DAIŞê yan jî rejîma Sûriyê.

Mezlûm Ebdî gotibû, wan bi Amerîka re ji nû ve li hev kiriye

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî di hevpeyvînekê li ser mayîna hêzên Amerîkî yên bo qadên petrolê dabû xuyakirin, ew nebawere Amerîka ji bo qadên petrolê dimîne, lê ji bo hevsengiya hêzê biparêze yan jî ji bo dawiya çareseriya krîza Sûriyê bibîne, dimîne.

‘Biryarên hêrsok ên Trump bandorê li ser siyaseta Amerîka nakin’

Rayedarekî Amerîkî yê payebilind ji rojnameyê re gotiye, biryarên bi hêrs û kêliyan yên Trump zêde bandorê li ser siyaseta Amerîkayê nakin û li ser pirsa gelo polîtîkaya Amerîkayê ya Sûriyê guheriye jî bersiva, ‘nexêr’ daye.

‘Armanc jî alavê wê jî neguherî ne’

Wî rayedarî gotiye, "Armanca me ne guherî ye û alavên wê jî heman wek xwe ne. Yanî alav û armanc yek in.”

Rayedarê Amerîkî daye zanîn ku wan ji nû ve bi HSDê re dest bi operasyonên bermayiyên DAIŞê kiriye û peyama berdewambûna hevkariya bi hêzên Kurd re daye.