Rayedarê berê yê Koska Spî: Serê navbera Rusya û Amerîkayê, jêneger e!
PeyamaKurd- Rayedarê berê yê Koşka Spî Paul Craig Roberts amaje bi wê yekê kir ku şerê di navbera Rusya û Amerîkayê de jêneger e.
Paul Craig Roberts ê ku berpirsê Koşka Spî yê di serdema serokê berê yê Amerîka Ronald Reagan de bû, di derbarê têkiliyên Rusya û Amerîka de axivî.
Roberts amaje bi wê yekê kir ku şerê navokî di navbera Rusya û Amerîka de ji ber siyaseta "bêhesab" a Amerîkayê, jêneger e.
Roberts li ser mijarê got, "Amerîka hewil dide Rusyayê li ser rêya wê ya hegemonyaya cîhanê hilweşîne ku dê ev bibe sedema şerekî navokî."
Roberts got, "Vladimir Putin, gelek caran daxuyaniyên giştî da ku diyar e ku Rojava xwedî nêyeta wêrankirina Rusyayê ye. Nayê fikirîn ku Washington ew qas bêhiş, ewqas gêj û bêberpirsiyar bû ku Putin bi nêyeta wê ya têkbirina Rusyayê razî bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin