Real Madrîd bû xwediyê nasnava “Sampiyonê Ewropayê”
PeyamaKurd - Di yariya fînalê ya Lîga Şampiyonên Ewropayê de yaneya Lîverpool a îngîlîzî û Real Madrîd a îspanî hatine hemberî hev. Real Madrîd bi 3-1 serkeft û bû xwediyê nasnava “Şampiyonê Ewropayê.”
Yariya fînalê ya di navbera herdu yaneyên Lîverpool û Real Madrîdê de li bajarê Kîev a Ukraynayê hate lîstin.
Yariya ku li tevahiya cîhanê bi milyonan kesan temaşe kir, navbijiwanê sirbî Milorad Mazic birêve bir.
Di beşa yekemîn a yariyê de stêrkê Lîverpoolê Mihemed Salah ji ber pêkanê nekarî berdewam bike û yarîzan Adam Lallana cihê wî tevlî yariyê bû.
Real Madrîd di beşa duyemîn de zêdetir êrîş kir û di xuleka 51ê de Karim Benzema golek tomar kir û Real Madrîd 1-0 kete pêş.
Lê di xuleka 55ê de Sadio Mane bi navê Lîverpoolê golek tomar kir û encam bû 1-1. Yarîzan Gareth Bale ku beriya 3 xulekan ketibû yariyê, di xuleka 64ê de bi navê Real Madrîdê goleke din avet û tîma xwe 2-1 bire pêş.
Di xuleka 3yê de careke din Gareth Bale golekî nûwaze tomar kir û encam kire 3-1 û yarî bi vê encamê bidawî bû.
Bi vî awayî Real Madrîd 3 salan serhev bû xwediyê kûpaya Lîga Şampiyonên Ewropayê û rekoreke nû tomar kir.
Real Madrîd di dîroka xwe de 12 caran bibû xwediyê vê nasnavê û ev cara 13emîn e dibe mezinê Ewropayê û yekemîn yane ye, ku li tevahiya Ewropayê herî zêde ev kûpa bilind kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin