Real Madrîdê hêviya xwe bi Ronaldo ve girêdaye

26 May 2018 01:12 0 dîtin
Real Madrîdê hêviya xwe bi Ronaldo ve girêdaye

PeyamaKurd - Real Madrîda ku wê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de bi Lîverpolê re bilîze hêviya xwe bi Cristiano Ronaldo ve girêdaye ku performanseke rind nîşan bide.

Real Madrîda ku dîrektoriya wê ya teknîkî Zînedîne Zîdane dike di kupaya sereke ya Ewropayê de zehf zor û zehmetî kişand lêbelê dîsa jî bi tecrûbeya xwe ve derkete fînalê.

Real Madrîd hetanî fînalê derkete 12 pêşbirkan, ji wan 8 xalibiyet, 2 beramberî û 2 mexlûbiyet bi dest xist. Di van pêşbirkan de 30 gol avêtin û 15 gol xwarin.

Real Madrîdê di koma Hyê de li ber taximên Tottenham, Borussîa Dortmund û APOELê lîst. Piştî pêşbirkên bi zor û zehmet Tottenhamê 13 puan sitand û di rêya 2an de derkete tura ser. Real Madrîdê di tura 16an de ji Paris Saint-Germainê, di fînala çaryek de ji Juventusê, di nîvefîlanê de jî Bayern Munîhê bir û derkete fînalê.