'Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest pê kir'
PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê li ser binçavkirinên îro yên parêzer û nûnerên rêxistinên sivîl bertek nîşan da û got, “Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl dest pê kir.”
Baroya Diyarbekirê li ser biryara binçavkirinê ya di çarçoveya lêpirsîna KCDê de bo 101 kesan hatiye derxistin daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Baroyê diyar kir ku herî kêm 17 parêzerên endamên Baroya Amedê, parêzerk li Şirnexê û parêzerek jî li Semsûrê hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, demek dirêj e li ser parêzer û kesên li qada rêxistinên civakî yên sivîl dixebitin bi awayekî sîstematîk zext, tehdît û binçavkirin hene û wiha hat gotin:
“Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest pê kir. Binçavkirin têne wateya binpêkirina hiqûqê. Daraz li gorî fermana deshilatdariyê tevdigere. Daraz jî li ser parêzeran zextê dike. Li welat demorkasî û hiqûq ji holê hatiye rakirin. Ev yek bi xwe re hilweşînê û felakete tîne. Vê nabînin. Ev jî aştiya welat xera dike û rê li ber pêkanîna aştiyê digire. Em bang li rayedaran dikin demildest dawî li van operasyonên dijî hiqûqê bînin û binçavkiriyan serbest berdin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin