Reîsî: Êrîsa ser Îsraîlê ‘xweparastina rewa’ bû
PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî derbarê êrîşa bi sedan dronên kamîkaze û moşekên seyrê ya ser Îsraîlê de daxuyanî da.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Reîsî gotiye, Îsraîlê ji ber êrîşa ser balyozxaneya Şamê ku 7 pilebilindên pasdaran hatibûn kuştin hatiye cezakirin.
Reîsî daye xuyakirin ku êrîş di çarçoveya ‘xweparastina rewa’ de li beramber êrîşa konsulxaneyê hatiye encamdan.
Herwiha Reîsî gotiye, ew dê bersiva herî tund bidin her cûre hewldanên êrîşan ên li hemberî Îranê.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hegarî piştî êrîşa Îranê îro 14ê Nîsanê ragihand, Îranê heta niha 300 dron û moşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin