Rêjeyên Kovid-19 ê dadikevin: 343 wefat û 49.438 pêketiyên nû
PeyamaKurd – Tabloya wezareta tenduristiyê ya Kovid-19 ê ya îro hat belavkirin. Li gor tabloyê jimara wefatan û pêketiyan li gor rojên berê dadikevin. Îro 49.438 pêketiyên nû an ku testên posîtîv hene û 343 nexweş wefat kirine. Reqemên tabloyê yên giştî wehanin:
45.342.795 test heya niha hatine kirin.
4.550.820 test heya niha posîtîv derketine.
37.672 nexweş heya niha mirine.
3.475 nexweşên halgiran hene.
3.970.111 nexweş heya îro baş bûne.
302.091 test îro hatine kirin.
49.438 testên îro posîtîv derketine.
3.089 nexweşên îro hene.
343 nexweş îro wefat kirine.
60.176 nexweş îro baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin