Rejîma Îranê baregeha xwe ya mûsekî ya di bin erdê de eskere kir

11 January 2025 09:06 0 dîtin
Rejîma Îranê baregeha xwe ya mûsekî ya di bin erdê de eskere kir

PeyamaKurd – Medyaya dewleta rejîma Îranê ragihand ku fermandarê Pasdarên Şoreşê Orgeneral Hisên Selamî serdana baregeheke mûşekî ya di bin erdê de kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tesnîma rejîmê, bo cara yekê dîmenên beşek ji bajarên jêrzemînî yên mûşekî yên Hêza Fezayê ya Feyleqê Pasdaran hatine nîşandan.

Li gorî fermandarê Hêza Fezayê, ev baregeh dikarin bi lez bikevin tevgerê û bibin “volqaneke dorveger ku li ser serê dijminan diteqe.”

Selamî di serdana xwe ya ji bo baregeha mûşekî de got ku ev geşt bi armanca piştgirîya moralî ji wan hêzan re ku di operasyonên “Soza Rast 1 û 2ê” de cih digirin û nirxandina rewşa operasyonê ya yekîneyên mûşekan ên li baregehê bi cih bûne.

Di baregehê de mûşekên stratejîk ên ku bi sotemeniya şil kar dikin, wek Emad, Qedr, û Qîam dihewîne, û tenê beşekî piçûk e ji tiştê ku ji medyayê re hate pêşandan, ku nêzîkê %90ê baregehê nehatiye nîşandan.