Rejîma Îranê di hefteya borî de 6 girtî bi dar ve kirin: 2 ji wan Kurd in
PeyamaKurd – Komara Îslamî ya Îranê cezayê bidarvekirinê li ser 6 girtiyan li 4 girtîgehên cuda pêk anî. Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, 2 ji wan girtiyan Kurdên xelkê Kirmaşanê bûn, û di nav kesên hatine bidarvekirin jineke girtî jî hebû.
Ji nav van girtiyan, 2 Kurdên xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bi tawanên "kuştina biqest" hat pêkanîn.
Seîd Pîrî: Sibeha roja Pêncşemê, 30ê Cotmeha 2025an, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.
Peyman Rostemî: Di 22yê Cotmehê de, li Girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmaşanê bi heman tawanê hat bidarvekirin.
Saziya Hengawê tekez kir ku nûçeya bidarvekirina van her 6 girtiyan heta niha di tu medyayeke fermî ya hikûmetî an jî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê de nehatiye weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin