Rejîma Îranê girtiyê Kurd Reza Resayî bidarve kir
PeyamaKurd – Rejîma Îranê siyasetmedarê kurd Reza Resayî yê 35 salî ku bi hinceta beşdarî çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî bûye hatibû girtin û cezayê îdamê li ser hatibû sepandin, bidarve kir.
Dadgeha Îranê meha kanûna 2023yan cezayê darvekirinê li ser Resayî sepandibû.
Hate ragihandin ku îro serê sibehê Resayî li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hatiye bidarvekirin û malbata wî jî nehatiye agahdarkirin.
Piştî darvekirinê malbat hatiye agahdarkirin û hişyarî li malbatê hatiye kirin cenaze nebin li bajarê Sahnehê veneşêrin.
Reza Resayî ji bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdstanê ye û 24ê mijdara 2022yan bi hinceta piştgirî û beşdariya protestoyên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatibû girtin. 31ê kanûna 2023yan cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û du hefte berê jî Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ew ceza pesend kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin