Rejîma Îranê li Girtîgeha Kerecê girtiyekî kurd bi dar ve kir
PeyamaKurd – Girtiyê kurd ê kirmaşanê Mortalî Karmî ku berê bi tohmeta “narkotîkê” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Cezaya Navendî ya Kerecê hat sêdarekirin.
Li gorî raporeke ku gihîştiye Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji bo hukmê sêdarekirina Mortalî Karmî pêk bê, ew roja 26ê cotmeha 2024an veguhestine hicreyeke yekkesî û doh (29ê cotmeha 2024an) jî bi destê sibehê re hatiye sêdarekirin.
Heman rapor radigihîne ku Mortalî Karmî ji navçeya “Balavend”ê ya Kirmaşanê ye, nêzî 4 sal berê bi tometa “narkotîkê” hatiye girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn.
Her wiha heman rapor radigihîne ku wextê sêdarekirina Mortalî Karmî 2 girtiyên din jî li vê girtîgehê hatine sêdarekirin, lê heta niha derbarê nasnameya wan de tu agahî nehatine bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin