Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesarê 3 kurd bi dar ve kirin

27 January 2025 13:37 0 dîtin
Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesarê 3 kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, sibeha roja yekşemê (26.01.2025), Ferhad Ferdînî (45), Semed Haşimî (35) û Ferzad Mîrzayî (45) li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hatin bidarvekirin. 

Ev her 3 girtî jî, ji bajarê Harsînê ne ku bi ser parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Her 3 jî bi tometa madeyên hişber 7 sal berê hatine desteserkirin û mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatine kirin. 

Nûçeya bidarvekirina wan di medyaya Rejîma Îranê de nehatiye belavkirin.