Rejîma Îranê, li Sinoyê 3 kurd girtin; di vê mehê de 66 kurd hatine girtin
PeyamaKurd – Rehman Tabiş û Kuroş Ezîzî, girtiyên berê yên siyasî yên kurd û Hêdî Şadîxwah ên ji bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hatine girtin û ew birine cihekî nediyar.
Rapora ku gihîştiye ber destên Hengawê ragihîne ku îro, saet 4ê sibehê 30.12.2024), Rehman Tebiş ê girtiyê berê yê siyasî, ji aliyê hêzên îdareya Îtila’etê (dîsîplîn) ve li mala xwe ua li bajarê Şinoyê hatiye binçavkirin. Heman wextîz Hêdî Şadîxwahê ji gundê “Sîngan”a Şinoyê jî di mala xwe de hatiye binçavkirin.
Li gorî çavkeniyeke agahdar, hêzên îdareya Îtilaatê di dema girtina Rehman Tebiş û Hêdî Şadîxwah de, li gel îşkenceya psîkolojîk malên wan jî serobino kirine.
Her weha, doh (29.12.2024), Kuroş Ezîzî yê girtiyê berê yê siyasî jî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe hatiye girtin. Hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina vî girtiyê berê yê siyasî, bi ser mala wî de jî girtine û mala wî jî serobino kirine.
Hengaw tekez dike ku dema ev nûçe belav kirine jî, tu agahî derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan tên sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van 3 kurdistaniyan ne li ber dest e.
’Bi tenê di vê mehê de 66 hatine girtin’
Her weha Hengaw, li gorî raporên li ber destên xwe diyar dike bi tenê di meha kanûnê de heta niha 66 kurd, li seranserî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rejîma Îranê ve hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin