Rejîma Îranê girtiyê Kurd Heyder Qurbanî îdam kir
PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê ragihand ku girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qurbanî îro 19ê Kanûna 2021ê danê sibehê li Girtîgeha Sinê hatiye îdamkirin.
Di meha Tebaxê de Dadgeha Dîwana Bilind a Îranê daxwaza parêzerên girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qûrbanî ya pêdaçûnê di biryara îdamkirin û dubare lêkolînê di doza Heyder Qurbanî red kiribû û biryara îdamkirina Qurbanî ji dadgeha Kamyaranê re şandibû.
Birayê Heyder Qurbanî Hesen Qurbanî gotibû: ‘’Me li gor yasaya 477 serî li Dadgeha Dîwana Bilind dabû û daxwaz kiribûn pêdaçûn di biryara îdamkirina Heyder Qurbanî de were kirin lewre ew biryar ne yasayî bûye. Wan jî ew biryar ji bo Dozgeriya Sineyê şandiye. Dozgeriya Sineyê daxwaza me red kirine û biryara îdamkirinê ji navenda cîbcîkirina cezayên girtîgeha Kamyaranê re şandiye.’’
Heyder Qurbanî di 25ê Cotmeha 2016an li mala birayê xwe Mihemed Sadiqî de hatibû desteserkirin û zêdetir ji mehekê di odeyeke takekesî de îşkence lê hatibû kirin û ligor zanyariyên malbata wî û ew hatibû neçarkirin ku tohmetên li ser xwe qebûl bike û Press Tvyê jî ew li xwe mikurhatinên Heyder Qurbanî belav bike.
Heyder Qurbanî di meha Sibata 2020ê de ji aliye liqa yekem a Dadgeha Sineyê ve bi bahaneya ‘’fûhûş dijberiya Komara Îslamî ya Îranê û endamtiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê’’ sizaya îdamê bi ser wî de hatibû sepandin.
فوری
— Hengaw Human Rights Organization (@HengawO) December 19, 2021
حکم اعدام حیدر قربانی، زندانی سیاسی کُرد به طور مخفیانه در زندان مرکزی سنندج اجرا شد#حیدر_قربانی pic.twitter.com/StpYshHTST
Sazîyên mafên mirovan ên cîhanê li ser medya civakê kampanyayên ji bo rawestandina biryara îdamê bo Heyder Qurbanî dabûn destpêkirin, lê dîsa jî nekarîn rê li ber îdama wî ya bi destê rejîma Îranê bigirin.
Biryara îdamkirina Heyder Qurbanî 6 Tebaxa 2020an hatibû pesendkirin û malbata wî li Dadgeha Dîwana Bilind daxwaza pêdaçûna biryarê kiribûn.Lê belê daxwaza biryarê hat redkirin û îro roja yekşemê 19.12.2021ê Heyder Qurbanî hat îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin