Rejîma Îranê sibe beyaniyê 4 girtiyên Kurd îdam dike

25 September 2019 19:35 0 dîtin
Rejîma Îranê sibe beyaniyê 4 girtiyên Kurd îdam dike

PeyamaKurd - Haz zanîn ku sibe çar girtiyên kurd, ji bo ku bên bidarvekirin, ji girtîgehê bo cihê bên sêdarkirin hatine veguhestin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, îro li Ûrmiyê çar girtiyên kurd, ku hemû ji ber madeyên hişber hatine girtin û bi îdamê hatine mehkûmkirin, ji girtîgehê derxistin û birin cihê ku werin îdamkirin.

Herwiha rayedaran daxwaz ji malbatên wan girtiyan kiriye biçin cara dawî wan bibînin.

Li gorî agahiyan dê ew her çar girtîyên ku xelkê bajarên Ûrmiye, Mehabad û Serdeştê ne, sibê zû bên bidarvekirin.

Hê nav û nîşanên wan girtiyan nehatiye belavkirin.