Rejîma Îranê tenê ji sedî 3yê jêderên Urmiyê jê re terxan dike

09 February 2022 18:35 0 dîtin
Rejîma Îranê tenê ji sedî 3yê jêderên Urmiyê jê re terxan dike

PeyamaKurd – Rejîma Îranê ji 500 çavkaniyên kanên dewlemendiyên binerdî yên parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, tenê ji sedî 3yê dahata wan ji bajêr re terxan dike.

Yek ji nûnerê encûmena rejîma Îranê Seyîd Selman Zakirî ji medya fermî ya Îranê ÎSNAyê re piştrast kiriye û gotiye, “Bi hebûna nêzî 500 çavkaniyên kanzayan di wê parêzgehê de, tenê ji sedî 3 dahata wan bo parêzgehê tê diyarkirin.

Li gorî yasayên Îranê pêwîste dewlet ji sedî 15 dahata kanzayan di heman parêzgeha jê tê derxistin re ji bo pêşvebirina binesaziyê terxan bike, lê li parzêgehên Kurdistanê ev yasa nayê bicihanîn û tenê ji sedî 3 dahat ji wan parêzgehan re tê terxankirin.

Li gorî Selman Zakirî sala derbasbûyî dahata kanzayên Urmiyê 132 milyar Tumen bûye lê tenê ji sedî 3 ji vê ji bo parêzgehê hatiye bikaranîn.