Rejîma Îranê wê ‘Siyanet’ê înternetê sînordar bike û hemû agahiyên xelkê tomar bike

10 February 2022 22:03 0 dîtin
Rejîma Îranê wê ‘Siyanet’ê înternetê sînordar bike û hemû agahiyên xelkê tomar bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê bi pejirandina bernameya bi navê ‘Siyanet’ dixwaze li hûndirê Îranê dest deyne ser hemî zaniyariyên bikarhênerên Înternetê û bikaranîna înternetê sînordar bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Şeriq a li Tehranê, rejîma Îranê bi pejirandina bernameya Siyanetê re wê ji vir şûnde hemû zanyariyên derheqê pêwedniyên bikarhênerên înternetê de, ji aliyê dezgehên ewlehiya rejîmê ve werin tomarkirin.

Bi wê sepana bi navê Siyanetê herwiha xwedîkirin û sûdwergirtina ji derbasgehên sînorî yên înternetê, ji aliyê beşên taybet û ne dewletî ve wê bên qedexe kirin û hemû beşên înternetê dê ji beşa leşkerî re bên spartin.

Rojnameyê diyar kiriye, heger ew sepan ji bo “Şêwra Nobedar” bê şandin û ev vê yekê bipejirînin, dê ev bernameya navborî li  Îranê weke yasayekê bê nas kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî raporên dezgehên navdewletî yên wekî Freedom House Îran di azadiya bikaranîna înternetê de, li cîhanê di rêzbendên dawiyê de ye ku rewşa wê ji welatên ji welatên Belarûs,Ozbekistan û Pakistanê jî xerabitr e.