Rejîma Sûriyê rêwiyên balafira Iraqê xistin bin çavdêriyê
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûriyê balafireke sivîl ku doh 14ê Adarê ji Iraqê hatibû, bi sedema pişkinîna covid-19 xist bin çavdêriyê.
Wezîr Nîzar el-Yazijî ragihand ku balafir li devera el-Diwêr li Gundewarê Şamê hatiye rawestandin û 16 rêwiyên Sûrî û tîma balafirê xistin bin çavdêriyê.
Yazijî gotiye, ew rêkarên pêwîst li dergehên bejahî û deryayî û herwiha li balafirgehan digirin û ji bo selametiya Sûriyên derbasbûyî piştrast dibin û kesên biguman jî wan dixin navendên çavdêriyê.
Li gorî wezîrê Tenduristiyê yê rejîma Sûriyê, heta niha ti kes li Sûriyê bi corona neketiye.
Rêveberê Tenduristiya Gundewarê Şamê Yasîn Ne’nûs jî ji Şam FM re ragihandiye ku wan 16 rêwî, 13 xebatkarên balafirê û 4 kesên bi wan re xistin jêr çavdêriyê ku wê îro encamên testên wan derkevin.
Beriya niha ji aliyê çavkaniyên cuda ve hatibû ragihandin ku li çar parêzgerên Sûriyê yên Şam, Hûms, Lazqiye û Helebê vîrûsa korona li ser mirovan derketiye, lê rejîma Sûrî vedişêre. Rejîmê ew nûçe red kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin