Resnivîsa projeyên nû ji aliyê Wezareta Pêsmerge û hêzên Almanyayê ve hat îmzekirin
PeyamaKurd – Ji bo bilindkirin û pêşvebirina karînên Pêşmerge, reşnivîsa komek projeyên cûrbicûr ji aliyê Wezîrê Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê, hat îmzekirin.
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, di maresîmekê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, bi amadebûna Birîkarê Wezaretê Serbest Lazgîn, reşnivîsa komeke projeyên hêzên Almanî bo Wezareta Pêşmerge îmze kirin.
Di çarçoveya guftûgoyên Wezîrê Pêşmerge ligel Fermandarê Hêzên Federal ên Alman ên li Herêmê Kolonel Holgar Konkwell û Alîkarê Konsolosê Almanî yê li Hewlêrê Kartin Jasishek de, Wezîrê Pêşmerge ew pêngava dewleta Almanî bi girîng dît û got: "Em şanaziyê bi dostaneya we ya demdirêj dikin û bi rêya reşnivîsa wan projeyan ku we pêşkêş kirine, hêzên Pêşmerge ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve diçin.
Fermandarê Hêzên Almanya li Hewlêrê da zanîn, welatê wî di hevkarî û hevahengiya ligel hêza Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam dibe û ligel beşdarbûna wan a berê di prosesa çaksazî û perwerdekirinê de, dixwazin bi rêya van projeyên nû, gavên çaksaziyê yên wezaretê berfiretir bikin.
Herwiha di dema îmzekirinê de, Wezîrê Pêşmerge ji Fermandarê hêzên Almanyayê re ragihand, bi hev re hevkarekî girîng ji bo parastina aramî û ewlekariya deverê û têkşikandina terorîstan de dikin û bi gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge spasiya Hikûmeta Almanya û artêşa welatê Almanya kir bi biryara Parlamentoya wî welatê hêzên Almanya li herêmê ne û hevkarî ligel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.
Dewleta Almanya ya Federal, bi rêya hejmarek şêwirmendên bilind ên leşkerî û hêzên wan ên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, roleka berçav di têkşikandina terorîstan û parastina asayişa herêmê girtine ber û hevkarî û alîkariyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin