Rêûresma îmzekirina peymana Îmarat û Îsraîlê li Qesra Spî tê lidarxistin
PeyamaKurd – Rêûresma îmzekirina peymana Rojhilata Navîn a di navbera Îmarat û Îsraîlê de, wê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, di 15'ê Îlonê bê lidarxistin.
Li gor karbidestê payebilind yê Qesra Spî, ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reutersê re diyar kir, rêbertiya herdu şandeyên rêûresmê wê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve yê Şêx Abdullah bîn Zayed el-Nahyan bikin.
Piştî gotûbêjên di navbera karbidestan de yên 18 mehan berdewam kir, peymana aştiyê ya di navera herdu welatên Kendavê, di 13ê Tebaxê de li Qesra Spî hatibû diyarkirin.
Li gor peymanê, Îmarat razî bû bi Îsraîlê re têkiliyên normal ava bike û Îsraîl jî razî bû planên xwe yên dagirkirina Herêma Şerîa ya Kenara Rojava rawestîne.
Peyman bi hewildanên rêbertiya şêwirmendê Qesra Sipî û zavayê Trump Jared Kushner ve pêk hat, lê peyman ji aştiyeke mezin ya Rojhilata Navîn ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi dehan salan yên di navbera Îsraîl û Fîlîstîniyan, gelekî dûr e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin