Reuters: Çînê ji bo êrîsên Hûsiyan gef li Îranê xwar

26 January 2024 17:11 0 dîtin
Reuters: Çînê ji bo êrîsên Hûsiyan gef li Îranê xwar

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hikûmeta Çinê, ji ber êrişên Hûsiyên Yemenê yên Deryaya Sor ên li dijî keştiyên bazirganiyê, gef li rejîma Îranê xwariye.

Reutersê ragihand ku Çînê, ji bo rawestandina êrîşen Hûsiyan hişyarî daye Îranê û gefa ku "Ger êrîş ranewestin wê Çîn, danûstandina xwe ya aborî bi Îranê re kêm bike."

Reutersê, di nûçeya xwe ya ku spartiye 4 jêderên ji Îranê û dîplomatekî ku geşedanên vê babete ji nêz ve dişopîne ku ji ber ewlehiya xwe navên xwe nedane de ragihandiye ku ji ber rawestandina êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor, rayedarên Komara Çînê, rayedarên rejîma Îranê hişyar kirine.

Li gor nûçeya Reutersê, berpirsekî hikûmeta rejîma Îranê di derbarê vê babetê de wiha gotiye:

"Bi kurtasî Çîn dibêje; 'Ger ku bi her awayekî ziyan li berjewendiya me bibe, ev yek wê bandora xwe li bazirganiya bi  Tehranê re bike. Ji ber vê yekê, ji Hûsiyan re bêjin; bila bi hendaze tevbigerin."

Weke tê zanîn; ji sedî 13ê çûnûhata bazirganiya cîhanê, di Deryaya Sor û Kendava Besrayê de pêk tê.

Hûsiyên ku ji komên milîşe yên şîa pêk tên û girêdayî rejîma Îranê ne, ji Mijdara 2013yan ve, li Deryaya Sor, li dijî keştiyên bargir ên bazirganiyê êrîşan pêk tînin.