Reuters: Îranê di bin navê alîkariya erdhejê de sewqîyata leskerî bo Sûriyê kir…

12 April 2023 17:31 0 dîtin
Reuters: Îranê di bin navê alîkariya erdhejê de sewqîyata leskerî bo Sûriyê kir…

PeyamaKurd – Ajansa Reuters a Brîtanî bi zarê çavkaniyên xwe ragihand ku Îranê piştî erdhejê bi navê alîkariyên mirovî çek veguhestine Sûriyeyê.

Di nûçeya Reutersê de çavkaniyan diyar kiriye, Îranê bi hinceta alîkariyên bo mexdûrên erdhejê yên Sûriyeyê, sewqîyata çekan bo Sûriyê kiriye.

Li îdiayê, êrîşên çend rojên dawî yên Îsraîlê jî van sewqiyatên leşkerî dike armanc û li ser îstixbarata piştrastkirî ew êrîş pêk tên.

Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku 9 çavkaniyên Sûriyeyî, Îranî, Îsraîlî û rojavayî gotine ku Îranê bi navê pakêtên alîkariya erdhejê bi balafirên kargo çek û alavên leşkerî şandine Sûriyeyê û mebest jî li hember êrîşên Îsraîlê bihêzkirina parastina Sûriyeyê û Beşar Esed e.

Hatiye eşkere kirin ku piştî erdhejên 6ê Sibatê, ji ser balafirgehên Şam, Heleb û Laziqiyê de, di nav 7 hefteyan de bi sedan balafirên Îranê danîne û ji bilî alavên pêşketî yên çekan, sîstemên radarê û berevaniya asmanî bo Sûriyê hatine şandin.

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York, ev îdia red kiriye, lê heta niha ji hikûmetên Îran û Sûriyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Rayedarekî Îsraîlî jî gotiye ku bi navê alîkariyên erdhejê gelek çek û alavên leşkerî bo Sûriyê hatin şandin û radestkirina wan jî piranî li Helebê hatiye kirin ku sewqiyat ji aliyê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê ve hatiye kirin.