Reuters: ‘Otonomiya Kurdan a li Sûriye û Iraqê bûye sedema tirsa rejîma Îranê’
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê derbarê protestoyên berdewam ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçe nirxandinek belav kir ku tê de hatiye gotin ku li gorî deverên din hêzên Îranê herî zêde di xwepêşandanan de tundiyê li dijî Kurdan bikar tînin.
Di rapora Reutersê de hat diyarkirin: “Li Îranê li wan bajarên ku rûniştiyên wê Kurd in zêdetir têne serkutkirin. Rejîma Îranê îdia dike ku Kurd dixwazin ‘cuda bibin’. Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin. Otonomiya Kurdan li Sûriye û Iraqê bûye sedema tirsa rejîma Îranê.”
Herwiha behsa partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin: “Rejîma Îranê dibêje ku partiyên Kurdistana Îranê di birêxistinkirina xwepêşandanan de destê wan heye. Supaya Pasdaran jî bi vê sedemê bi moşekan û dronan êrîşî ser Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 13 endamên van partiyan hatin kuştin.”
Di dewama nûçeyê de hatiye diyarkirin: “Rayedarên ewlehîyê yên Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi cudaxwaziyê tohmetbar dikin, lê ev tohmet serkeftî nebû. Berpirsên ewlehîyê yên Îranê ragihandin ku piştgiriya seranserî di asta Îranê de ji Kurdan re tê kirin. Ew dibêjin, destê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê zêdetir di xwepêşandanan de heye.”
Di dawiyê de hatiye gotin: “Li Sûriye û Iraqê, Kurdan ji bo piştgiriya serhildana Îranê xwepêşandan kirin. Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştgirî da serhildana Îranê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin