Reuters: Tirkiyeyê ji Sûriyeyê xwestiye YPGê weke rêxistineke terorîst nas bike

05 January 2023 13:30 0 dîtin
Reuters: Tirkiyeyê ji Sûriyeyê xwestiye YPGê weke rêxistineke terorîst nas bike

PeyamaKurd Di nûçeya Reutersê de hat îdiakirin, Enqereyê di hevdîtina Sûriye û Tirkiyeyê de ji Şamê xwestiye ku "YPGê wek rêxistineke terorîst" nas bike.

Rojeva yekemîn têkiliya fermî ya navbera Sûriye û Tirkiyeyê piştî 11 salan dewam dike. Piştî hevdîtinê li El Babê ya ku di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ye nêzîkbûna Enqere û Şamê hat protestokirin. Herwiha li hemû bajar û bajarokên 'di kontrola muxalefetê de' xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Rayedarekî Tirk ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji Reutersê re got, Tirkiye daxwaz ji Sûriyê kiriye, YPGê weke rêxistineke terorîst nas bike.

Beşa têkildar a nûçeya Reutersê wiha ye:

“Tirkiyê garantî da opozîsyona Sûriyê”

“Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Abdurrahman Mistefa diyar kir, Tirkiyê piştrast kiriye ku piştgiriya xwe ya ji bo ‘saziyên opozîsyona Sûriyê û Sûriyeyiyên li herêmên di bin kontrola opozîsyonê de’ wê berdewam bike.

“Di hevdîtinan de li ser şerê li dijî YPGê sekinîn”

Mustafa; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ragihand, hevdîtinên Tirkiyê ligel berpirsên Sûriyê yên li Moskowê bi giranî li ser şerê li dijî hêzên YPGê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bûne.

"Tirkiye siyaseta xwe bi xwe diyar dike"

Rayedarekî payebilind ê Tirkiyê ji Reutersê re axivî û got, wan berteka komên serhildayan li hember civînê dîtine, lê "Tirkiye siyaseta xwe bi xwe diyar dike".

Herwiha rayedar îdia kir, di hevdîtinên li Moskowayê de Tirkiyeyê ji Sûriyeyê xwestiye YPGê weke rêxistineke terorîst nas bike.