Rêveberê YNKê: Divê nûnerên Kurd di hikûmeta nû de li dijî erebkirinê bêrawestan bixebitin

21 October 2022 20:25 0 dîtin
Rêveberê YNKê: Divê nûnerên Kurd di hikûmeta nû de li dijî erebkirinê bêrawestan bixebitin

PeyamaKurd - Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hakim Qadir Hemecan, ragihand ku ew ji hikûmeta nû ya Iraqê dixwazin, proseya erebkirina Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên din ên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê rawestîne û nûnerên Kurd jî ji bo vê bêrawestan bixebitin.

Hakim Qadir Hemecan îro 21ê Cotmehê di civîneke rojnamevanî de pêwîstiya parastina yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê anî ziman û got: “Divê nakokî û milmilaniyên navxwe yên Herêma Kurdistanê dema diçin Bexdayê ji holê were rakirin.”

Hakim Qadir Hemecan li ser beşdariya Kurdan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de got ku divê Kurd beşdar bibin ji bo wergirtina mafên xwe yê rewa û destûrî.

Hemecan herwiha ji nûnerên Kurd ên li Bexdayê û di hikûmeta nû ya Iraqê de daxwaz kir, ji bo rawestandina proseya erebkirina li Kerkûk, Xaneqîn û cihên nakokiyê bixebitin ji ber ku ew kiryar li dijî mafên mirovan, destûr û daxwazên gel û bingehên demokrasî û federalî ne.