Rêveberiya Rojava berî hilbijartinên seroktiyê hemû deriyên ligel rejîma Sûrî girtin
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, berîya hilbijartinên seroktiyê yên rejîma Sûriyê ku 26ê Gulanê têne kirin, hemû deriyên çûnûhatinê yên bi deverên rejîmê re digire.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand, ew hemû deriyên xwe yên bi navçeyên hikûmeta Sûriyê re ji îro demjimêr 19:00 ve û heta biryareke din digirin.
Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser ev biryar berî du rojan a lidarxistina hilbijartinên seroktiyê yên rejîmê derxistiye ku 26ê Gulanê pêk tên û Rêveberiya Xweser jî danîna sindoqên dengdanê li navçeyên xwe qedexe kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin