Rêveberiya Rojava bi 6 xalan tedbîrên nû ji bo vîrusa koronayê ragihand
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, piştî derketina 4 haletên nû yên vîrûsa koronayê li herêma Cizîrê, tedbîrên nû ragihand ku ji îro pê de dest bi girtina hemû dergehên sînorî hat kirin.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo pêşîgirtina li vîrûsa koronayê, hejmarek tedbîr û biryarên nû derxistin ku wiha ne:
1- Hemû dergehên sînor bi temamî ji 24ê vê mehê de tên girtin.
2- Çi reweşek pêketinê ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bibe, wê heya 14 rojan bikeve jêr çavdêriya tenduristî.
3- Hemû kombûyînên şînî û şahî û nimêjên olî yên komî tên qedexekirin.
4- Xwaringeh tenê wê ji bo servîsa derve bixebitin.
5- Divê gel pabendî van biryaran bibe û ji bo parastina xwe dûrbûna civakî li her derê pêk bîne.
6- Ji rêveberiyên hemû dergehan jî tê xwestin ku tedbîrên derbaskirina kes û kelûpelan giran bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 23yê Tîrmehê Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî kongreyek çapemeniyê li bajarê Qamişlo li dar xist û tê de ragihand ku 4 kes li herêma Cizîrê bi vîrûsa koronayê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin