Rêveberiya Rojava: 'Em petrolê bi bihayekî sembolîk didin rejîma Esed'

16 August 2023 18:01 0 dîtin
Rêveberiya Rojava: 'Em petrolê bi bihayekî sembolîk didin rejîma Esed'

PeyamaKurd - Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer eşkere kir ku ew petrola li herêmên di bin kontrola wan de tê derxistin bi bihayekî sembolîk didin rejîma Sûriyê.

Hesen Koçer di hevpeyvîna ligel rojnameya Şerq El Ewset de ragihandiye ku bîr û kêlgehên petrolê yên herêmên wan rojane nêzîkî 150 hezar bermîl petrol berhem tînin û beşekê ji wê bi rêya bazirganên girêdayî rêjîma Sûriyê, difiroşin herêmên hikûmeta Sûriyê.

Koçer gotiye, Rêveberiya Xweser kêmtir ji nîvê bîr û kêlgehên li deverên di bin kontrola xwe de petrolê derdixe û ew jî rojane nêzîkî 150 hezar bermîl e ku berî 2011ê, rojane nêzîkî 385 hezar bermîl ji wan kêlgehan dihat berhemanîn.

Koçer tometên dizîna petrolê ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên Amerîkî ve red kir û got, beşek petrola wan bi rêya bazirganên bi ser rêjîmê ve û bi bihayên sembolîk ji bo herêmên hikûmeta Sûriyê tê firotin û da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka destwerdanê di pirsa petrolê de nakin û erkê wan li Sûriyê tenê jinavbirina DAIŞê ye.

Koçer daye xuyakirin: “Ji destpêka şerê Sûriyê ve, deverên bîrên petrolê ketin bin kontrola çend aliyên leşkerî, piştî sala 2014an, rastî êrîşên komên çekdar ên radîkal û rêxistinên îslamî yên tundrew hatin, vê yekê bandoreke mezin li van kêlgeh û bîran kir û beşek ji wan bi temamî wêran bûn û beşeke din jî ziyan gihîştiyê, ji ber wê rêjeya berhemanînê kêm bû.”

Di dewamê de jî Koçer diyar kiriye: “Dahata petrolê vedigere ji saziyên Rêveberiya Xweser û encûmenên xwecihî yên ku wan deveran birêve dibin, ji bo dabînkirina xerciyên leşkerî û hêzên ewlehiyê û mûçeyên karmendan.”

Hêjayî gotinê ye, ji bilî bîr û kêlgehên li Rojavayê Kurdistanê, zeviyên gazê yên “El-Omer” û “Conico” li gundewarê Dêrazorê ji sala 2019an ve û kêlgeha gazê li El-Cibsa li gundewarê Hesekê ji sala 2016an ve ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve têne birêvebirin.