Rêveberiya Rojava peyva ‘Demokratîk’ li navê xwe zêde kir

13 December 2023 19:12 0 dîtin
Rêveberiya Rojava peyva ‘Demokratîk’ li navê xwe zêde kir

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî pejirandina Hevpeymana Civakî ya nû, di navê xwe de guhertin kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, di çarçoveya Hevpeymaniya Civakî ya nû de, peyva ‘Demokratîk’ li navê rêveberiyê hate zêdekirin û bû ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’. 

Herwiha hemû beşên herêmê jî hatin yekxistin û Rêveberiya Xweser dê ji 7 kantonan pêk were.

Di hevpeymanê de, Desteya Şaredariyan tê guhertin û dibe Kombûn û Yekîtiya Şaredariyan.

Navê Meclîsa Giştî jî bi navê Meclîsa Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate guhertin.

Li gorî peymanê dê hin saziyên din wekî Saziya Çavdêriyê ku girêdayî Meclîsa Gelan be, bên avakirin û ‘Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî’ û ‘Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî’ jî wê bên avakirin.