Rêveberiya Rojava pistgirî da protestoyên Siweyda yên dijî Esed: Zindîkirina soresê ye!
PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku bi ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ye, li ser protesto û xwepêşandanên li bajarê Siweyda yên dijî rejîma Esed daxuyanî da û piştgirî da daxwazên xelkê.
MSDê di daxuyaniyê de bi bîr xist, 5 roj e xwepêşandanên aştiyane yên xelkê Siweyda destpê kirine û tevî rêkarên ewlekarî yên tund ji aliyê desthilata Şamê ve xelk daxwaza azadî û baştirkirina rewşa jiyana xwe dikin.
MSD xwepêşandanên li Siweydayê wekî “Şoreşa Azadî û Rûmetê” pênaser kir û ragihand: “Şoreş ji rêya xwe derket, piştî ku Îslama siyasî dest danî ser û piştre rêkxistinên terorîst weke DAIŞ û Nusra û komên din ên çekdar ku bi fermanên Tirkiyê tevdigerin, hemûyan alîkariya mana rejîma diktator kirin ji ber ku armanca wan detshilat e, ne bidestxistina mafê xelkê.”
MSD diyar kir, ew a ku li Sweyda çêdibe, zindîkirina Şoreşê ye û MSD li kêleka xelkê Sweyda radiweste û ji nêzîk ve rewşê dişopîne û daxwaz dike bila pêşengên xwepêşandanan rê nedin ti aliyekî wê ji rêya wê ya aştiyane derbixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin