Rêveberiya Rojava roja 'Serxwebûna Sûriyê’ wek betlaneya fermî ragihand

14 April 2022 18:17 0 dîtin
Rêveberiya Rojava roja 'Serxwebûna Sûriyê’ wek betlaneya fermî ragihand

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, salvegera serxwebûna dewleta Sûriyê ku 17ê Nîsana 1946an ji bin serweriya Fransayê derketibû, wekî roja betlaneya fermî ragihand.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 14ê Nîsanê di daxuyaniyekê de, eşkere kir ku roja salvegera serxwebûna Sûriyê 17ê Nîsanê betlaneya fermî ye.

Di daxuyaniyê de ji bo Cejna Suryaniyan jî betlane hatiye ragihandin ku heta 24ê Nîsanê hemû sazîyên Rêveberiya Xweser dikevin betlanê.

Biryara betlaneyê ya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Li gorî qanûna betlaneyên fermî û li gorî berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

Hemû saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên 17.04.2022 û 24.04.2022yan bi boneya cejna Suryaniyan û serxwebûna Sûriyê ji Fransayê, dikin betlane. Derveyî sazî û daîreyên ku tê xwestin li ser karên xwe bin.”